Belcîka, Fernesa û îtaliya jî sinfoniya bêrûmetiyê di geliyê guran de xwendin.
Ya girîng ne ewe ku roj tv hat talan kirin, lê ya girîng ewe ku kurdan nehişt ku roj tv bîst û çar sihheta tenê jî were girtin, me tevan dît ku hîn polis li wir bûn weşana zindî dihat kirin.
Sala 1961 ê, dema ez çûme bajarê Êrêvanê xwendinê, rêdaksya RIYA TEZE ji min ra bû zanîngeha duda ya ziman, edebiyet, kûltûr û dîroka kurdî. Gerekê bi heqî bê şêkirandin, ku ne tenê ji min ra lê payê pirrê rewşenbîrên me yên wê demê ra bû merkezeke hevgirtinê, fêrbûnê û pêşdaçûyînê.
Li spêdeya roja 25.2.2008ê li Gundê Çelkê devera Amêdyê li başorê Kurdistanê, dayka nivîskar û hebestvanê kurd Edîb Çelkî, di temenê nêzîkî 80 salyê da, çû ber dilovanya Xudê. Xudê mezin sebr û aramyê bidete mirovên rehmetî yê û cihê wê biheşta mezin bît.
Xetara.com / 18.02.2010 - Mariwan al-Naqshbandar, berdevkê fermî yê wezareta awqafa û karûbarê dînî di Hukumeta Herêma Kurdistanê (HHK) de ragehand, ku HHKê û li ser daxwaznameya wezîrê awqafa û karûbarê dînî, çar ji heft cejnên Êzidyan hilbijartin û qebûl kir.
Xetara.com- 16.02.2010: Roj îna derbasbûyî, rêkeftî 7ê sebata 2010 an, propaganda hilbijartinên Îraqê bi fermî destpêkir. Li gorî agehdariyên komîsiyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan li Îraqê, hilbijartinên Parlamentoyê Îraqê wê di 7ê Adara bê de lidarkevin.
Ji Zedo Baadrî/ Almanya : Li roja 07.02.2010 bi çavdêrîya bajêrvanê Bottrop Hêja Berndt Tischler koçberên li bajarê Bottrop berbi sindoqên dengdanê çûn, daku civata biyanîya hilbijêrin.
Li welatekî xerîb ne tenê pirsgirêkên nivşên kevin hene, wek nexweşînên sinir ji ber sebeba ku ew bi zimên nizanin û her tim girêdayê alîkariya zaroyên xwe ne. Pirsgirêkên nivşên nû jî pirr in, ji ber ku ew her tim di navbera dû çanda de dijîn.
Di hilbijartinên integrationsrat ê ( Meclisa Hevguncîyê ) ya bajarê Bielefeldê de( 07.02.2010 ) Êzîdiyan kursîyek bidest xistin. Eger ku meriv li ber çavan derbas bike ku ev cara yekemin bu ku Êzîdî bi lîsteyek serbixwe besdarî van hilbijartinan bun meriv dikare ji serkeftinek mezin biaxivê.
Yekîtiya Komelên Êzidiyan li Bielefeld di hilbijartinê Meclisê Hevgunciyê de li bajarê Bielefeld biserket. Birêz Mecdîn Akincî ji lîsta Komelên Êzidyan biserkt. Hijmara namzedên lîsta Êzidiyan çar bûn.
Yek ji mezintirîn pirsa ciwanên êzdî ku li Herêma Kurdistanê dijîn pirsa bêkarî ye. Piraniya ciwanên êzdî ji ber bêkariyê, navçeyên xwe bi cih dihêlin û bi hêviya karekî baş diçin bajarên Silêmanî, Dihok û Hewlêrê.
Instituya Kurd li Stockholmê: HEVKARIYA SAZIYÊN KURD LI EWRÛPAYÊ Înstîtutiya kurd li Stockholmê li ser têkiliyên digel hevdu yên sazî û dezgehên çandî û zanistî yên kurdan, li salona xwe semînerekê li dardixe. Nûnerên saziyan ên ku dê li ser çalekî û xebata saziyên xwe bi axivin ev in: Dr Xaliqî, Profeser Celîlê Celîl, Derwêş Ferho û Memet Şahîn.
Piştî hilweşandina rijîma Sedam li Îraqê, gelek dezgeh û komelên cîhanî derbasî Îraqê bûn. Hindek ji wan dezgehên alîkariyê derketin ku bi rastî ew dezgehên belavkirina fikrê Mesîhî ne û dixwazin hemwelatiyên Îraqê bibin ser dine Mesîhî.
Vekirina qaremaniya Şûreşa Êlûnê ya Tepapê ya Navenda Xetarê li Gundê Doxata:Li jêr çavdêriya lijna Nawça Xetarê û piştevaniya rêkxirawa resen me wek Navenda Xetarê ya Çalakî û Pêkehandinê, Qaremaniya Şûreşa Êlûnê li Gundê Doxata